Tirşik - Profîl
tirşik-profîla blabla

profîla "blabla"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik forûm] de;

1538. silav
gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz bibe, divê çi bike?



6 roj berê 00:25 | blabla

1536. tevlihev nîn e gelo? hinek cîhan qet fehm nakim. stranbej zaza ye û hemû stranên wî yan tirkî yan jî zazakî ye.



13 roj berê 15:01 | blabla

1533. hevalno gelo yekî dikare gotinên vê stranê binivîse? min stranê gelek hez kir lê zazakî ye û gotin tûne ye. sipas.





14 roj berê 22:26 ~2024.05.07 01:30 | blabla

1531. peyva "berîtan" çima li ferhengan peyda nabe? ji zarokatiya xwe ve hîn bibûm ku ev peyvek kurdî ye û navê keçan e.
dibêjin ev tirkîkirina peyvek kurdî ye. Here lînkê
ger wisa be, çawa û kîngê ev peyv li tirkan belav bûye û em çima vê versiyona tirkîbûyî bikar tînin?



19 roj berê 23:20 | blabla

1528. @keyomerd û @bayê xerbî,
lê kîjan lêkera kurdî bi "ne" tê nivîsandin?
bûyîn, kirin, xistin, firîn, nihêrîn...
'he' ew wekî 'var' a tirkî xuya dike.
-li malê pişîkan 'var' in(ne).
li şûna vê 'he' bihata nivîsandin wate heman dima.



23 roj berê 18:40 | blabla

1513. hevalno du pirsên min hene.
yekem:
"hene" çima bi girêdayî tê nivîsandin? ma lazim nîn e wekê "he ne" were nivîsandin?
ew peyva "ne" li şûndeyî navdêran bicîh dibe.
mînak: 'ew hevalan tev zana ne'
ger ku li şûna "zana", lêkerek hebûya, wisa dibû:
' ew hevalan her tiştan dizanin'
wek hûn dibînin, ji ber ku ew lêker e, pêwîstî nema ku "ne" were bikar anîn. loma ji vê mînakê em fehm dikin "ne" ji bo navdêran tê bikar anîn û ji ber vê yekê "he" jî divê wekî navdêr were hesibandin.
vê gavê "hene" dibe çewt.


pirsekî din hebû:
hevalno ji ber êşa dilê, pir betal im. dilê min nahêle ti karan bikim. çawa dikarim li hemberî vê fikiran performansa xwe zêde bikim?

sipas niha ve.



24 roj berê 23:08 ~23:06 | blabla

1495. hevalno,
gelo kîjan peyv koka yê din e?
-cemed
-cemidîn



30.01.2024 14:26 | blabla

1488. @mergehez,
sipas. a rastî min li malperên te de lêgerîn kiribû lê haya min bi lêgerîna berfireh tine bû. destxweş te re. û dixwazim tiştek bêjim scammer-an aliya şiroveyan ya malperê dagir kirine.*



30.10.2023 16:13 | blabla

1485. silav.
gelo stran an helbestên kurdî ku eleqedarî peyva 'zehra' hene?
sipas.*



19.10.2023 22:54 ~23:00 | blabla

1484. wextên peyaman çewt xuya dike.
Here lînkê



01.10.2023 17:06 | blabla

1482. gelo fonksiyona lêgerînê ya tirşikê çima hate xerakirin?
em tîpek bi çewtî ve mezin an hin tîpan bê şewqe dinivîsin encamên rast dernakevin.
bo çi?



19.09.2023 20:44 ~20:45 | blabla

1480. ez aniha nikarim mijaran vekim.
li we rewş çawa ye?



13.09.2023 23:50 | blabla

1474. silav hevalno.
çomez/endamekî nû yê bi navê kelogirî min re peyamek şand, got nivîskariya min dê kîngê vebe. ma moderatorek tûne ye di derdorê de?
hesaba wî:Here lînkê



09.09.2023 10:34 | blabla

1469. Hevalno silav.
min binnivîsekî li tirşikê bar kir. lê ew xuya nake.
gelo divê yekî were kontrol bike ku ew were xuya kirin?
an meseleyekî din heye?



25.08.2023 14:40 | blabla

1463. silav. dixwazim tiştek bipirsim.
gelo ev îddîa rast e ku peyvên alî yên wekî bakur û başûr, ji aliyê apo û pkkyê hatine afirandin?
di tweetek de yekî wisa digot.



12.06.2023 02:42 | blabla

1437. hevalno ez çawa dikarim hemû stranên rockurdê binînim?
stranên albûma bi navê "shet" (lunatic) li her derê hene. lê ji xaricê single-an, dinivîse ku albûmeke wan a bi nava "far away city" hebûye lê min stranan nedît.

nav û naveroka albûm li vir derbas dibe:
Here lînkê

sipas dikim niha va.



27.11.2022 03:52 ~03:53 | blabla

1435. hevalno silav.
min demek berê pirkûkeke biçûk li ser qazî û komara kurdistanê xwend. gelek kêfa min anî. dixwazim zêdetir pirtûkên wisa yên dîroka kurdan a nêzîk bixwînim. belkî li ser serhildanên bakûrî an jî meseleyên perçeyên din dibe.
jkx pirtûkan pêşnîyar bikin.
(bikaribim sîparîş bikim baştir be)



18.11.2022 00:35 | blabla

1428. hevalno ferqa "têne" û "tên" çi ye?



12.10.2022 17:53 ~18:58 | blabla

1424. dixwazim pirtûkeke bar bikim lê çênabe. min forma wê jî tijû kir lê min şand rûpeleke vala yê bi linkla "tirsik.net/pirtuk/pirtukcalaki.php".
sipas.



16.09.2022 17:23 | blabla

1416. ez kîjan lêgerînê dikim kul-û-derd, ew hişyarî dide dibêje kulûderdek wiha heye. ji bona testkirina wê min çendî lêgerînên random kir, disa wiha got. help.



16.07.2022 00:13 | blabla

1402. ezê helbet ew alfabeyê hîn bim. heger pêşniyareke neyê ezê çawan li ser pirtukakurdi.com bigerînim. li benda me.



10.05.2022 22:19 | blabla

1400. silav. ez dixwazim kurdîya xwe bi zaraweyekî din fireh bikim, bi soranîyê re. bi alî xeberdan û nivîsandinê re helbet. Çawa dikarim? heger pirtukek bo çavkanî lazim be ew kîjan be? dikarim bêhtir çi bikim? sipas.



10.05.2022 21:45 ~21:45 | blabla