1. zanîna ku hebûna xwe li ser tevgerên gerstêrkan ava dike. şîroveyên bircan dikevin astrolojiyê. ne tenê bo pêşdîtina paşerojê lê hema ji bo serrastkirina jiyana monoton jî tê bikaranîn. gelek mirov hene ku bêyî îzna astrologên xwe nakevin bûyerîn mezin -wekî zewicîn, mal kirrîn/firotin, kirrîna piyangoyan hwd. ji fahlên qehweyan û xwendina kefa destê cuda ye, ji ber ku bi daneyan tê şîrovekirin. mîsal heke tu saeta xwe ya jidayikbûnê nizanibe, wê astrolojiî nikaribe bi xweşî alîkariya te bike. jbk astrolog li gerstêrkên wê saetê dinêrin û têkiliya wan derdixin, kurmancî çi ye nizanim lê li birca te ya yukselen û birca te ya heyvê jî dinerin. hwd. |
|
19.03.2022 12:04 ~12:07 |
biruya hayao miyazaki
|