9. kêmayiya egera kêmayiya nivîskarên mêr e jî.. |
|
19.12.2013 23:32 |
endazer
|
2. tiştekî têra xwe normal û asayî ye.. ji ber ku ya yekê hejmara jinên xwende li gorî mêrên xwende di nava civaka kurd de gelekî kêm e.. ji nav wê hejmara jinên xwende de jî jinên kurdîaxêv û kurdînivîs gelekî kêm in.. û yên xwende û kurdînivîs jî ji ber ku kêm in kêm peyda dibin nadîde ne yanî têra xwe qurre û pozbilind in -şûr bisk û keziyên wan ên meqeskirî nabirre yanî- û bi xwe re nabînin li dereke wekê tirşikê binivîsin.. ji xwe yên dinivîsin jî têra xwe pitpitok û mizmizok û çîzçîzok in di destpêka her peyameka xwe de gazin û lomeyan dikin û dibêjin tirşik bûye wekê qehwexaneya mêran, nivîskarên tirşikê ziman û jargoneke zêde nêr bikar tînin, tam di tirşikê de nemaye êdî filan.. |
|
03.10.2013 01:24 |
endazer
|