1. welatê mîlyarek nîv gelheyî ji aliyê partîya neteweperestiya hindûyan ve tê rêvebirin û nefret ji misilmanan dikin. çima di rêzefîlmekî netflixê de jinekê hindû û mêrekî misilman hevûdin maçî dikin, dewa li netflixê vekirine. berî wê jî çima di reklamekî de malbatek hindû-misilman heye, bi zorê ji weşanê rakirine. meraq dikim gelo çi bertek li fîlma life of pi dane ku tê de lawikek di lêgerîna dînî de ye û di sehneyekê de nimêj dike. ya ecêb ew e, çawa tac mahal xera nakin ku texmîn dikim dixwazin jî. welatek hindû(!) û sembola wan a arenaya navneteweyî avahiyeke çanda îslamî. divê yek ji wê partiyê bibêje ku hindistan ne homojen e, lê belkî jî dixwazin heterojeniya welatên xwe pêk bînin... neteweperestî bi rastî talûkeya herî mezin e, lê belkî jê talûketir serhişkiya dînî ye, nizanim. biryar zehmet e di vê mijarê de biryardayîn. |
|
23.11.2020 22:28 ~22:49 |
biruya hayao miyazaki
|