2. nivîskarek ji Kurdên xorasanê kelîmullah tewahodî kanîmal cara ewil di pirtûka xwe ya bi navê hezar û yek şeb, kurmanc, felsefe şi'r û mûsîqî kurmanc de behsa nusxeyekî dike ku tê de helbestên fuzûlî yên bi kurmancî hene. ciwanmêrekî bi navê elî rehmetî qurdanlû li bajarê bocnûrd, li gundê elîabad destnivîseka dîwana fuzûlî dibîne , dîwan ji 489 beytan pêk tê, ji van 162 beyt bi kurmancî û 320 beyt jî bi tirkî ne.
hêvî dikim ev jî nebe wekê wê mît û efsaneya borazboz.
"Ellah tu bike le min şefeqet
Ez bikem goftarê wî rewayet
Leylî ku le me kiteb guzer kir
Eşqî hewes le wê … şerer (nayê xwendin)
Ew herdu le hev kirin nizare
Yekî çû Qemer, yekî çû Zohre
Eşqî dilê wan le wan eser kir
Dûrî felekê le wan xeber kir
Elbetde bir od düşende câna
Yanup dutuşur çeker zebâna (869)
Dilden dile düşdi bu fesâne
Fâş oldı bu mâcerâ cehâne (643)
Bir saf kız oturdı biri oğlan
Cem’ oldı behiştde hûr u gılman (560)
Kız nergiz-i mest ile füsûnsâz
Oğlane satende işve vü nâz (562)
Ol kızlar içinde bir perîzâd
Kız ile muhabbet itdi bünyâd (564)
Kays oni görüb helak buldı
… (nayê xwendin) O gussa vü derdnâk oldı (581)
sernavê bi farisî
Ew çere gepe dikir wekî tîr
Cem Leylîyî hat jinika pîr
Got: ew çi (munasibe?) li dîn e
Şîrê derende çi nîr çi mî ne
Rûnişt-i li cem degotî qîzê
Golçere nigar-i pir temîzê
Me do hod bîst ji felanî
Eşq li te bûye nûcewanî
Baqî te debînî, te dekojî
Xûynî te mîna piling dimijî
Wekî me negot li me weha kî
Dostan li me, duşmenan tu şa kî
Rehmet li te bî, te kar rind kir
Ferhad û Şîrîn karê te nekir
Baqî te debînî çunke naga
Serê te debirrî (ew) bê şekwa
Tu ar (û ?) namûsê xe nizanî
Tu be qiçik î û ne xizan î
Bişîn qedemî xe tu, mere der
Wellah ku debî, cuda je te ser
(Se çi rehm nakî li) dê xe ye pîr
Min xeyrî te kes tunîne desgîr"
|