12. HIŞYARÎ
Ne ceng û şer, şeva tarî, ne mêranî, ne Kurdistan
Dilê min zexm û nêrîn e bila her cih be goristan
Ne ma govend, ne ma zurne, ne ahenga dilê xortan
Keser û giş kul û nale, bi xem mehdik bi xem Botan
Ji hêlkê ax û hawar e, ji hêlkê xwîn û kortal e
Ji hêlkê laşê xortan in, ji hêlkê dengê qertal e
Ji hêlkê zaroyên sêwî, ji hêlkê jin û jinûbî ne
Ji hêlkê sed birîndar in tu kes naye û nabîne
Hevalê bûk û destgirtî ne ma qesr e ne ma hêwan
Hevalê jin û dê êdî şeva tarî û goristan
Ne ma Ewrex, ne ma Dêrgul ne man dengbêjê Kurdistan
Ne ma bexçe ne ma sosin ne ma mamiz ne ma zozan
Ji hêlkê laşê zaroyan ji hêlkê destgirtî
Kuro rabe, bi camêrî çima nayî çima sist î!
Hevalê hev bibin êdî hevalên hev birayên hev
Hemî mêr in hemî kurd in hemî yek dev
Ne botî me, ne xerzî me xulamê axa Kurdistan
Ne mîr im ez ne axa me peyayê dewleta kurdan
Welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î
Tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î
Buhişta erd û ezman î çiraya dil tu î armanc
Hemî dîl in xulamên te heçî kurd in heçî kurdmanc
Bilind î tu welatê min, welatê bav û kalên pak
Tu xweşbihn î tu xweşreng î tu xweşdeng î welatê çak
Bi gul û rez bi deşt û gir bi qesr û burc tu ava yî
Tu sîng û pêsîra mak î tu î mehdik û ewra yî
Welatê min biken êdî hemû kurmanc ji xew rabûn
Bi rûyê te, bi çavê te dilê kurmanc hemî şa bûn
Ciwan in lav û dîlên te bi hevîn dil gelek xurt e
Rêya me dûr û dijwar e bi hêvî rê gelek kurt e
Tu rêber be tu fermanber em in leşker em in esker
Xudanê evd û îman in bi izna Yezd û pêxember
Ji bo me roj û hêv êdî çira ne pêt û ronahî
Qirênê kurd û Kurdistan bi zanîn e bi avahî
Xweyî dîrok xweyî esl in me da zanîn me da Zerdeşt
Welatê kurd gulistan e, gulistan in evî û deşt
Welatê min, welatê xweş, welatê pak Kurdistan
Tu hêlîna ciwan û xort tu î gewher li Xuristan
Dinê geş bû û talî geş û tirb û gorn ji dil şa bûn
Welatê min biken êdî, hemî kurmanc ji xew rabûn
Kamuran elî bedirxan (kulîlkên ezêb,r-31)
|