4. bihevrûbûnek ji neçarî ye.
dema bi milyonan kurd ji mecbûrî dev ji gundên xwe berdan û hatin bajarên tirkan, ji xeynî cotkarî û şivantîyê, di destê wan de tu meslek tune bû. ji bo karên weke hemalî, karkeriya înşaatan û fêkîfiroşîyê zêde agahî û ziman ne lazim bû. loma kurdan berê xwe dan van karan û ji ber ku van karan bi erzanî û baş dikirin û dûrist bûn; tirkan van kaan hemû ji wan re hiştin.
li mêrsînê jî dema gelê me ji gundê xwe hat, van karan kirin. yên ku berî 30-35 salan li mêrsînê dest bi karên înşaatê kirin, niha ew xwe bûne mutahît û zarokên wan bûne mîmar û endezyarên înşaatê. yên ku wê demê fêkîfiroşîyê kirin niha diçin gund û navçeyên mêrsînê malên zeviyan komple dikirin û tînin li mêrsînê didin fêkîfiroşan.
lê ji ber ku hê jî piraniya kurdan xîzan in, hê jî ev kar piranî di destê kurdan de ye.
|