4. Silav hevalno zê kurt û kurdî (!) çend nîşeyan li ser heyranîka dilê xwe(marmasî) bi wer parve bikim. Navê wê yî zanistî anguilla anguilla ye lê ev me eleqedar nake. Berî her tistî marmasîkên mê di avê şêrîn de dijîn yên nèr jî li kevîyê ku nahr xwe bi deryayan de dirijînin de dijîn û delalîkê min ên nêr û mê tenê di çaxê cotbûnê de digihin hevdû û têr li hev siwar dibin û êdî xatir ji hev dixwazin û piranî yên mê dest bi koçberîyeke dûv û dirêj dikin hin jê nêzîkî 3 SALA koç dibin. Her li kûdê bin rê digirin û diçin 'korfeza sargosê' ya nêzîkî meksikayê. Ji devê min derew li gor saloxa Marmasîyê di cihanê de hemûçik ji vê korfezê belav bûnê û jibo hekê xwe bikin hemû li vir vedigerin û tişta herî ecêb ev e ku piştî ku hèkên xwe dikin dimirin. Ya ji vê ecêbtir dema ku çêlîk ji hêkê derdikevin dest bi koçberiyê dikin, dayik û bavên wan li kû xwe mezin kiribin, di kijan avande gihiya bin, gav bi gav bost bi bost qul bi qul ber bi wan avan ve vedigerin û qet tiştekî naxwin heke siûda wan hebe digehin cihê xwe . Piştî xwe digihinin warê bav û kala ji nû ve nêçîrê dikin xwe mezin dikin û dîsa diçin cot dibin, bê nan koç dibin hêkê xwe dikin û dimirin. |
|
03.07.2019 01:37 ~01:37 |
jeahro
|