1. ''havîn bû. yara min î ku min û wê bi dehê caran di kadînan de hevdû diguvaşt, dabûne mêr. dabûna dereke dûr ku min nema karîbû di xewnan de jî biçimê. dilê min dişewitî, şikestîbû û weke rûnê li ber tavika wê havînê heliyabû û bi ser zinarên sebr û aramiya min de herikî bû. êdî dilê min î heliyayî ji bazîdê sar bûbû, min dixwest biçim deverekê ku dilê min wekê teyrikê ji avê derketibe xwe ji işqê daweşîne.'' |
|
09.01.2016 14:19 |
ferhenga şikestî
|