4. dema derketî min pir mereq kiribû lê min nekarî temaşe bikim îro bi xêra global kurdish film festival min temaşe kir. bawerim bi xêra atmosfera wan deman ku pêvajoya çareseriyê hebû herdu derhêneran Ertuğrul Mavioğlu û Çayan Demirel karîn xwe li projeyeke wiha biqelibînin. xuya ye ji bo propagandayê hatiye çêkirin lê min tu carî propagandayeke ev qasî dûrî armanca xwe temaşe nekiribû di her kêliyeka belgefîlmê de yên diaxivîn bi min antîpatîktir dihatin her ku diaxîn bêtir ji wan dûr diketim min hestên xwe yên empatiyê ji dest didan. ew xwezaya xweş ya kurdistanê ji ber vê belgefîlmê li ber dilê min reş bû. |
|
21.04.2021 16:28 |
endazer
|