2. keçkokeke xweşkok û şirîn e, û jîr û jêhatî ye.. |
|
26.06.2014 13:06 |
endazer
|
1. kî ye, ji kû ye heta ku min îro di nÛçeyeka xendanê de navê wê nedîtî min nedizanî, lê piştî ger û sorfeke kurt li ser înternetê min zanî ku di trt şeşê de bernameyeka bi navê pira bakur û başûr çêdike û pêşkêş dike.. li gorî nûçeyeka xendanê Îman xanimê duh kamuflaja pêşmerge wergirtiye û çûye bereya şer serdana pêşmergeyan.. piştî vê nûçeyê li ser înternetê min çend beşên bernameya pira bakur û başûr temaşe kirin, gelekî kêfa min ji terz û stîla îman xanimê ya di warê têkilî danînê ligel xelkê û pêşkêşkirina bernameyê re hat.. têra ku têkiliyê bi xelkê re deyne bi kurmancî û soranî û îngilîzî û erebî zane.. demekÎ di aqilê min de projeyek hebû min dixwest rahêjim mîkrofoneke kurdî welat bi welat bigerim û etlesa cîhanê bînim rayêxim ser vîzyon û ekranên malên kurdî, lê piştî ku min îman xanim dît, min go ji min zêdetir ev îş heqê wê ye.. * |
|
26.06.2014 02:23 |
endazer
|