1. Motora lêgerînê ye go ji Google,yahoo,bing'ê gelekî ewlehîtir e. Ev çend rojin bikar tînim û zehf jê xweş im. |
|
12.12.2017 01:46 |
gumgumok
|
2. qedera du salan min vê motora lêgerînê xebitan. her çiqas li ba google û bîngê ewlehîtir be jî, xala lêgerînê de bersivên baş nade lêgerînên meriv ku ev taybetî jî ji ber hevnedana wan a agahî û zanyariyên kes û kompûteran e. nuha ne motora sereke ya amûrên min e lê belê her tim di firefox-a xwe de vê motorê wekî rêzgirtina ked û armanca wan sereke dihêlim ji bo ku ji bîr nekim jî hema carê dixebitînim. hun jî kêm nebin. |
|
12.12.2017 17:34 |
biruya hayao miyazaki
|
3. malpera ku ev demek e bi kar tînim û gelek jê qayîl im. min berî niha ji bo demeke kin yahoo û yandex jî ceribandibûn lê zûzûka vegeriyabûm googleê. lê duckduckgo'yê heta niha qet ez poşman nekirim. |
|
17.12.2017 21:30 |
simurg56
|
4. Malpera go bikarhênerên wê bi piranî ji encamên lêgerînê gilî dikin e. Yek ji sedemên vê pirsgirekê ew e go web-crawlera Duckduckgo tenê bi serê xwe têrî nake û encamên lêgerînê ji berhevkirina encamên Yahoo, Bing û Yandexê pêk tê. |
|
05.12.2020 15:14 |
hueyn
|
5. piştî çend salan min bîr bir ku di duckduckgoyê de mirov dikare lêgerînên xisusîtir bike bi nîşaneka baneşanê. mîsal wiha: |
|
12.05.2021 09:44 ~09:46 |
biruya hayao miyazaki
|
6. Tûne ye. |
|
02.06.2021 03:15 |
heval.js
|
7. êdî navrûya motora lêgerînê ya ddg bi kurdî ye. ji xwe yên geroka vivaldi û firefoxê bi kurdî dixebitînin heta niha ji zû de hay lê bûne ji ber sazkariya "zimanê gerokê". lê yên nizanin jî dikarin zimanê pîroz hilbijêrin. |
|
23.10.2022 16:58 ~16:58 |
biruya hayao miyazaki
|
8. geroka ku ez jî li browsera operayê bi kar tînim. min nedizaniya bo kurdî hatine wergerandin. |
|
24.10.2022 17:09 |
xelîl
|
9. niha ji bo windowsê hatiye afirandin û weşandin. |
|
25.06.2023 13:40 |
horhorik
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |