Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 30 peyam
eşîra goyan

eşîra goyan

5. Ev Eşîr, di navbera Şirnex û Colemêrg û Sêrt û Wanê de, di nav gelî û newalên li derûdora Çiyayên Kêla Memê(Tr: Kelmehmet Dağı), Tanîna Sindiyan (Tr: Tanin Dağı) û Kato niştecih e. Ji hêjamara xwe ve zêdetirî 50 gund û 100 hezar mirov e. Gelek gund ji gundên Goyîyan di salên notan de ji aliyê dewletê ve hatin xerab kirin lê hêj him li tirkiyê, him jî li Êraqê gelek gundên wan hene. Navçeya Qilabanê (Tr: Uludere) navenda wan e. Bajarokê Dêrahînê (Tr: Uzungeçit) û bajarokê Sêgirkê (Tr: Şenoba) gundên wan ên herî mezin in. Goyî, bi sekulerî û bi lîberaliya xwe di herêmê de tên nas kirin. Ne wek eşîrên derûdora xwe oldar û dindar in, û ne jî wek gelek xelkên kurdistanî li hember jinên xwe zêde patrîarkal (ataerkîl) in. Kurmanc in lê di nav eşîrên kurmancan de bi devokekî gelek taybet diaxivin. Devoka Goyîkî, ji aliyê fonetîka xwe ve di bin bandora Farisî de ye û di axaftina xwe de hemahema hemû dengên vokal girovir dikin, yanê dengên ''a'' dikin ''o''; dengên ''e'' dikin ''a'' û hwd. (Çavkanî: Di Devoka Goyîkî de bi karanîna Lêkeran, S. Bayram, 2016)



22.02.2017 13:40 | lawkegoyi

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
biwêjên kurdî yên di tirkî de jî hene [2]
gelek in. çend nimûne di romana şampazê de. ji bo min ava ç...
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1]
(bnr: diego rossi marachlian), malbavana dayîka wî ji ermeniyên maraşê...
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
belki ev jî bala te bikişînin
» eşîra bilikiyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî