1. berê çawa kolomnûsên rojnameyan hebûn û çawa ku herkesî li gorÎ mezheb û meşreba xwe girîngî dida her tiştên ji dev û pênûsa wan derçûyî îro jî li ser çapemeniya civakî yanÎ li ser sosyal medyayê gelek kes Û kesayet hene ku bi nivîsên xwe gelekî popûler in û gelek caran hejmar heyran û fan û şopÎnerên wan ji sedhezaran jî dibihorin û hema bêje her gotin û nivîseka wan di nav bikarhênerên endamê malperên çapemeniya civakî yên wekê facebook û twitterê de dibe rojeva rojê.. bi qasê ku ez dizanim di nav kurdên polîtîk yên li bakurê kurdistanê de bi beyan û nivîsên xwe yên muxalîf û kurdistanî ihb yanî ibrahim halil baran û ceng sağnıç hene heta niha ku ez dikarim wek fenomenên kurd bihijmêrim.. |
|
11.09.2013 22:53 |
endazer
|
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [1] |
|
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî [1] |
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |