Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 29 peyam
avestayî

avestayî

1. Avestayî zimanekî hindûewropî girêdayî grûpa îranî ye. Avestayî zimanê Avestayê, ango berhevoka dînî ya Zeretuştra, ku ji danerê vî dînî bû. Wekî zimanê herî kevn ê îranî, avestayî gelek taybetmendiyên hevpar bi zimanên klasîk wekî sanskrît, yûnanî û latînî re dinimîne; taybetmendiyên ku paşê bûn bingehê lêkolînên

komparatîv ên zimanên hindûewropî. Li ser dîroka avestayî zaniyariyên ku berdest in sînorkirî ne. Lê di bermayîyên eserên avestayî de mirov dikare du zaraveyên avestayî bibîne. Ev du zarave wekî Gatha, yan avestayîya kevnar û zaraveyê klasîk, yan avestayîya ciwan têne naskirin. Piraniya eserên avestayî bi zaraveyê ciwan hatiye nivîsandin. Zaraveyê Gathayê zimanê ZerethuÒtra û bawermendên wî bû. Avestayî bi tradîsyona vegotinê dev bi dev ji aliyê muxan û bawermendê zerethuÒtî ve hatiye parastin heta ku derûdora 1000 p.z. bi ortografiya aramî hate nivîsandin. Dîroka zaraveyê kevn vedigere 1000 b.z û yê ciwan vedigere 500 berî zayînê. Di çarçoveya grûpa îranî de avestayî di asta kevnar de ye. Herçend ku avestayî gelek

xusûsiyetên fonolojîk ên Òaxê rojhilatî yê zimanên îranî nîşan dide, dîsa jî pozîsyoneke nîvek li gor dabeşbûna zimanên îranî bi ser grûpa rojava û rojhilat de digire. Lê belê mirov dikare gelek refleksên kurdî di avestayî de bibîne û herçend ku pêÒdeçûna fonolojîk û semantîk wan ji hev dûr bixe jî ev nêzîkatî dikare bi hêsanî bihête raber kirin. Peyvên avestayî hemû di ferhenga jêrîn de nehatine nivîsandin, tenê ew gotinên kurdî ku mirovî dikarîbû bi ewleyî di avestayî de bibîne hatine nivîsandin. Herçend di kurdî de gelek guhertinên fonolojîk, semantîk û morfolojîk pêk hatine, lê girêdana wê û avestayî di hemû waran de kêm û zêde dikare bihête peyitandin.



07.09.2013 19:15 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
bahoza tîroîdê [1]
(bnr: thyroid storm)
rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. j...
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
belki ev jî bala te bikişînin
» avestayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî