Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
14.07.16 êrîşa terorî ya li nice, fransayê

14.07.16 êrîşa terorî ya li nice, fransayê

3. sêyemîn êrîşa daîşê ye li hemberî fransayê. hinek dibêjin fransa jî di dil de dixwaze tiştên wisa çêbin da ku bikare rola xwe ya di rojhilata navîn de, zêde bike. lê ev teorî zêde ne aqilane ye. ev çend roj bûn fransa ketibû alarmê lê dîsa jî nekarîn pêşî lê bigirin.

li fransayê nifûsek mezin ya misilmanên welatiyên vî dewletî hene. ji ber ku ev terorîst li fransayê hatine dinyaya û li wir mezin bûne, vî welatî gelek baş nas dikin û bi hêsanî dikarin xwe veşêrin.



li kurdistanê û li welatên din yên rojhilata navîn, her roj evqas mirovên sîvîl yên bêguneh tên kuştin. loma mixabin em kurd zêde nikarin li ser vê meseleyê bisekinin û serê xwe pê biêşînin. dema bûyerên wisa çêdibin, hêvî dikim ku ev welatên pêşveçûyî, modern û hwd. êdî rastiyê fêhm bikin û êdî piştgirî nedin dîktatoriyên rojhilata navîn û piştgiriyê bidin kurdan. lê mixabin ev dewlet dîsa tên û piştlgirî didin wan dewletan ku jixwe çavkaniya vê terorîzmê ne.

gelo dewletên rojhilata navîn yên terorîst, bi piştgiriya kîjan dewletan dikarin li ser piyan bisekinin û bibin sponsorê terorîzmê? ma ne îngîlîstan, fransa, almanya, îsraîl û amerîka ne ku nahêlin ev dewletên misilman yên terorîst hilweşin. loma xwedê rehma xwe li wan sîvîlan bike û belayê bide daîşkeran, lê ji samîmiyeta fransayê fîlan jî tu caran bawer nakim. ma di şerê kurdan de (çi pyd çi kdp), aliyên qenc û xerab weke reş û spî ne diyar in ku dinya hê jî bi şermokî alîkariyên biçûk li kurdan dikin. ger derdê dewletên rojavayî xelaskirina terorîzmê bûya, wê bê şert û merc piştgiriya kurdan bikirana; wê hikumeta navendî ya iraqê paşguh bikirana û çek û balafirên herî pêşketî bifirotina kurdistana başûr. lê ka?? encax keleşan bişînin.



15.07.2016 22:28 ~22:30 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ibrahim halil baran [1]
Derbarê meseleya sirri sureyya onder rast e. Dibêjin ku de...
ibrahim halil baran [3]
Ji xeynî axiftina Tirkî îdeol e, zilam e zilam. Hizrên wî para gelek(%...
ibrahim halil baran [2]
li twitterê bênamûsî dike. (lînk: https://twitter.com/ixbaran/status/1...
python [2]
Python, di navbera zimanan de, wekî zimanekî programmingê, ji bo avaki...
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
belki ev jî bala te bikişînin
» 14.07.16 êrîşa terorî ya li nice, fransayê
» êrîşa dij karkerên kurd li yozgat
» terorîst bavê te ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî