38. s06.b10. fînala sezonê bû û bû dawiya gelek kesan jî. rehma heft xwedayên derewîn a septê li ser wan nebe.. * cercei tola xwe hilda ku ev çend sezon e ez li bendê bûm. sept û septon û septa û "shame" bû yek ji çîrokên dîrokê. keybanûya tommenê her çiqas kirinên cerceiê bir anî be jî li nav firnê qehirî. helbet ji bo wê û birayê wê ya hevzayendî bi ber xwe ketim, divêt wanî nebuya. lê belê xwediyê "shame"ê ya li ser cerceiê dixwend, li bin destê cerceiê ruyê me da kenê. law law... ew tommen jî rabû întihar kir û gû xwar. cercei jî rabû xwe şahbanû îlankir! arya stark ji bîr nake! hew! lê belê nankirina ew qas layê wî bênamusê, afirîneriyekê gelek mezin bû. ji bo min jî gelek surprîz bû. * ez dizanîbûm jon snowê min ne pîç e, ha pîçbûna wî jî ne pirsgirêk bû. dilrehmiya ned stark jî a hurmetdanê ye. rehma xwedayên wî li ser wî be. lê belê min pir tênegihişt, xweha ned ew lawik ji kê anî dinyê. ji ber tecawiza wî qewadî? * şeytana porsor jî gunehên xwe vegot û hat suirgûnkirin. li wê kêm e lê wekî wê ji jon snow re got, gengaz e ew hewceyê alîkariya wê bin. khaleese artêşa xwe ya behrê amade kir û aniha ewê baz de li ser şah û şahbanuyên heft keyaniyê û tyrion jî kir alîkarê xwe. helal ji te re xwakê. lê dilê min ji hezkiriyê te şewitî. evîn divêt her dem wanî be ma! fikra metresî ya wî jî divêt bihata nirxandin, hema li kêleka çepê rûnişta rindiko. * tedît: min ned û robb tevlî hev kiriye, spas ji bo hişyariya mergehezo nançû re * |
|
28.06.2016 00:01 ~17:11 |
biruya hayao miyazaki
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |
|
îy yo hee [1] |