Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin

islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin

14. berî peyama esil: divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm

zirezir -n. 1. mê deng- 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. ferheng, kurdî-kurdî, kamêran botî, weşanên do

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.


mixabin min ji bîr kir ka hela min li bin wê vîdyoyê çi nivîsand lê belê li peyamên jortir nîqaş li dora têgihên "acizî - îslamofobî - kemalîzm - hwd" geriya. vê sibê jî hat bîra min ku grafî2000 anîmasyonekî li ser "îmam" û "bang"ê çêkiribûn çend salê berê ku bi xwe ez zarok bûm û li kanal d-yê dihat weşandin. Û ji xwe min jî hez nekiribû, lê ji ber "çewtî" an jî "şaşî"ya ravekirin û bikaranîna tiştên îslamî ya li vîdyo, li bîra min bi cih girtiye û min xwest rê li tirşikvanan bidim.

armanc ev bû: îslamofobî çi ye? acîz bûna xelkê ji dengên qerebalix a melayan e yan jî xerakirina bangê/azanê ya mîna wê wîdyoyê ye?

wekî min xwest, acizî tiştekî normal e û îslamofobî jî li nav wê wîdyoyê hatiye çêkirin ku ka hela binêrin bi xeber û galgalên du lehengên wê vîdyoyê û aciziya çend nivîskarên tirşikê dişibin hev ya na?! Gengaz e hun jî dizanin ku kanal d heta nuha jî kemalîst bûn.

divêt bihata dîtin û bihata gotin ku na acizbûn ne îslamofobî ye, me ket rêya hêsanî û gunehên xelkê bir û ji wan re got, îslamofobîk. ji bo senifandina tevgerên merivan, divêt meriv berî her tiştî zanibe ka ew tevger çi ye û dihere heta kîjan sînorê. li wê wîdyoyê sînorekî hatiye nîşandan, û ew gelek nexweş e.

hesasiyet, tiştên pîrozî, bingeh û rêzikan, hezkirin, giramî dan, jidûrketin, tenezulnekirin û tiştên din... haya min ji van tiştan hene û bi ya min mafê herkes heye ku ji van hest û tevgeran yekî an jî gişî ji bo dîn-îdeolojî-fikar-hwd bête hilbijartin/girtin û di jiyanê de bête sepandin.

nuha em were kekê azad30. gotiye "zû wê vîdeoyê rake û lêborînê bixwaze." azadixwaz biryara xwe daye, jê biriye. giramî didim biryara wê. Ji ber ku nayê bîra min, gelo min çawa pêşkeşkiribû. Lê tê bîra min ku peyamekê kin bû û dibe ku binê armancê baş nexêzandibim. hema ji bo azad30yê peyamek helal be. tofaniya wî ya li jor rakiriye, aşkere ye ku ji ber pir hezkirinê ye.

lê belê ez lêborînê naxwazim! heger tehemula te nayê te yê venekira. wekî mînak, ji bo min îslamofobîkên herî mezin daîş in û bi hebûn û çalakiyên xwe yên kerax acizî didin min. û ji ber vê jî heta ji destên min tê ez nûçeyên ku qala kirinên wan dike, venakim, naxwînîm û ji bo nebînim jî hewl didim. Ji ber ku dizanim, ew îslamê diherimînin, destûr û qeydeyên îslamê binpê dikin. tê bîra we, çend dem berê li charlie hebdoyê karîkaturekê hatibû weşandin û terorîstên daîşê ji ber wiya 10 karîkaturîst kuştibûn. heta komkujiyê, ez dikarîbûm, lê min qet neket şopa wê karîkaturê ya bû sedema kuştinên merivan. ji ber ku min çend gotin li ser wan bihîstibû, li gor gotinan tiştên nebaş hatibû xêzandin. û min nenerî. hew. ji ber ku nêrîn li destên min bû û ez neneriyam, ji ber ku heger min bidîta wê kêfa min xerabuya. Min ê ber xwe biketa. Heger nivîsên min kêfa te nere, ji îroj pê ve nexwîne! Him tu yê armanca peyamê, armanca parvekirinê fêm neke, nexwaze fêm bike û him tu yê tofanan rake û him jî tu yê rabe, emir bike bo paqijkirinê! Ez ne mecbûr im ku tiştên min nivîsand an ji parve kir, carekî din rave bikim an jî biparêzim. Prosedur hêsan e: Te peyamekê xwend, kêfa te ne çû wê çaxê here peyaman ji moderatoran bişîne. Qey ew ê tiştên ji destên wan bê çê bike.

Ne ez dixwazim tu ji vira here, ne ez ji destên te digirim, ne jî tu ji bo min/me li vir disekine. Nivîskar ji bo malumatên xwe bifiroşin li vir in û bo tirşikê taybetiyeke taybet ev e: ji bo kurdiyên xwe pêş bixe. Hew.



23.06.2016 17:14 ~2017.12.17 00:23 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin
» dengê dilê min
» banga xorta
» şerîfê temo
» acizkirina cinsî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî