6. ji kêm romanên kurdî ye ku min ev çend kişandiye nav xwe de û zûzûka xwe daye xwendin. lehengê romanê cemşîd xan e ku di warê fîzîkî de çiqas lawaz be di warê jixwebaweriyê de jî ewqas bihêz e. ji ber vê yekê ye ku salar -ê ku mirovek sip û saxlem e- her tim berdestê wî ye û cemşîd here ku ew jî dide pey. taybetiya cemşîd xan ew e ku di îşkenceyên rejîma baas de gelek lawaz dibe, ewqas lawaz dibe ku laşê wî dibe mîna kaxizek û loma dema bayek lê bide, wî dixe ber xwe û difirîne. dema ku di rûpelên ewil yên pirtûkê de mirov vê meselê hîn dibe, mirov gelek meraq dike ku di cehnimeke mîna rojhilata navîn de wê ev taybetî çi bîne serê xwediyê xwe. lê xwedê jê razî be, hema çi hatibe aqlê min ku mirov bi taybetiyek wisa dikere bike, nivîskarê hêja wan hemûyan yek bi yek anî serê cemşîd xan. dema min pirtûkê dixwend, gelek caran hat aqlê min jî ka gelo ev bûbûya fîlmek, wê karakterê cemşîd xan çawa bikariya were afirandin. wê lîstikvanek çawa bikariya rola mirovek bêlaş bilîze. fîlma the curious case of benjamin button duhat bîra min, lê kişandina fîlma cemşîd xan ji wê jî zehmettir bû. û dema cemşîd xan jinbaziyê dikir jî gelek pirs di hişê min de rû didan * gelo çawa.... ev cara ewil e pirtûkek bextiyar elî dixwînim. dereng jî mame. lê xwezî min bikariya pirtûkên wî bi zimanê resen bixwenda. texmîn dikim tama orjînala wan, astek din bilind e. |
|
28.03.2016 18:58 |
simurg56
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |