Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 28 peyam
helbestên arjen arî

helbestên arjen arî

30. ramûsan min veşartin li geliyekî



ar girtiye qurm

û li dorê dileyize

çi kiribû

çi bû gunehê dara berû?

bi min re wê jî şer nexwestibû

bi min re zarokan, bi min re kulîlkê

û wê qîza xama…

ku, li dû min stûxwar ma

û bendî…



rondik herikîbin şer herikand

û xwîn pijiqand pelê kulîlkê

ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,

hij ma li milkê, ramûsan li milkê?



xwezî, lewitîn di kirêtiyê de

û şer dizî j ime xewnên mîrekî

li herêmekê em ji gundekî

dijmin jî bûna malê me pev dima

neyariya me nedigiha qewmekî

kengî bûya lev dihatin

em eydekê, erefatekê…



bi ya helbestê min kir

û min guh da bilûra şivên:

hij min aland li destmalek bi vên

û ramûsan min rakirin geliyekî…



ramûsan min veşartin li geliyekî

ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî

bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min

şer betal bibin, çek rawestin

ji çiyan şerker dadikevin

ezê di nav wan de bim

ileh ileh, tu bê pergî min

da te himbêz bikim ji dêvla çiyê…



şer de ye mîna min niha helbest jî

kengî parzinîn biwêj ji xwînê

ji êşê rêz, ji şînê çarîn

helbesta min hingî bixwîn

wê evîn jê binizile…



arjen arî



17.02.2016 03:55 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
gotinên pêşiyan [3]
gotinên pêşiyan/145236 na, xelet e. Divê wusa be: mala êzidiyan nan bixwe, ma...
gotinên pêşiyan [1]
Mala cihû nan bixwe, mala fileh razê...
murat bektaş [2]
Li serê zêde agahî tune ne û ecêb e di tirşikê de sernavek jê rw nehat...
muzîkên fonê yên ku helbest ligel wan xweş têne xwendin [1]
Çend heb pêşniyarên min ew in; 1. lilium - Sleeping Inside ...
tirşik v3.0 [1]
bila hemû yore halki bizane ku hema bêjin amadekarî temam e. pirsgirêk...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên goranî
» arjen arî & roşan lezgîn
» arî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî