219. rojanekirina 2.7.8; hûn dikarin gelek bernameyên din yên cûda jî bi kar bînin. 2- wergerên bi zimanên din yên tirşikê hat temamkirin. berî niha tenê beşek ji tirşikê ji bo wergera zazakî/dimilkî hatibû vekirin. lê niha hemû beş û hemû derên tirşikê ji bo wergerê vekirî ne yanî dikarin wergerandin. 3- wergerên tirkî û îngîlîzî jî li tirşikê hatin zêdekirin. di van wergeran de bi taybetî beşa ferhengê hat wergerandin. ji bo ku kesên bi kurdî nizanin jî bikarin ferhenga tirşikê bi kar bînin. lê wergera tirkî ji bo sîstema tirşikê jî hat kirin. ji ber ku wergera tirkî ya tirşikê ji bo ferhengek înteraktîf hat firotin. mirov dikare zimanê ferhengê di beşa ferhengê de ji aliyê çepê hilbijêre. 4 - di beşa ferhengê de ferhenga soranî-kurmancî û kurmancî-soranî hat aktîfkirin. jixwe di rojanekirina berê de 7.800 peyv li ferhenga soranî-kurmancî hatibû zêdekirin; mirov êdî dikare di nav van peyvan de lê gerînê bike. her wiha mirov dikare ji bo van ferhengan jî peyvên nû bişîne. |
|
09.12.2015 23:01 ~2015.12.06 13:53 |
simurg56
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |