4. cara pêşÎn min navê vî camêrî bi strana wî ya bi navê (bnr: bûnisra) ku bi eslê xwe helbesteka şairê rehmetî arjen arî ye seh kir.. paşê strana wî ya bi navê (bnr: bi xatirê te) bi ber guhê min ket û gelekî kêfa min jê re hat.. ez zêde dirêj nekim.. dengê wî û terza wî gelekî baş e û têra xwe serkeftî ye lê wekê gelek stranbêj û hunermendan ew jî hej popûlarÎte û çepik û ecibandin û heyranî û hejêkirinê dike mixabin û kar û xebatên xwe jî beralî dengê ku çepik jê têne ve dike.. li ser facebookê şairê kurd ê tirkînivîs kemal varol ku ew jî bi eslê xwe ji erxeniya diyarbekirê ye û şairek heta te bivê jêhatî û serkeftî ye carinan stranên vî camêrî parve dike.. |
|
15.08.2013 21:03 |
endazer
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |