Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 14 peyam
hoşeng broka

hoşeng broka

2. îro vêya nivîsan:



Sersebebên rewşa ku Êzîdî li Iraqa paş Seddam têwerbûne çar in:

1. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi taybetî paş „qehremaniya“ pêşmergeyên wî di „şanogeriya dagîrkirina Şingalê“ de û radestkirina Şingalê ser tebeqa zêrîn bo DAIŞ, bi sifir berxwedan û serbestberdana „xwevekêşên tektîkî“, bersûc û tawankarên genosîda Şingalê, mîna ku tiştek neqewimî be.

2. Qata rûhanî bi serokatiya mîr Tehsîn Sehîd beg, ku li ser kelax û candekê gelê xwe, li xwe di berîka xwe de digere, bi taybetî paş terikandina Lalişê û bicihhiştina „Civataa Ruhanî“ û herweha damezrandina wî ji „mîrîtiya Hannover“ re, di dilê havrîşmê Elamnî de.

3. Qata siyasî a Êzîdî, a ku kêşeya Êzîdî kirin berdêla „qetek Kursî“ ê bêfûnksyon di parleman û hin textikên dawî di saziyên dewletê, yên deraca dehan de.

4. Qata rewşenbîr a Êzîdî a ku li seranserî siyasetên partiyên Kurdî rola „tabûrê pêncemîn“ leyîst, jibo şabaşdayîn û pesindayîna vê partiyê li ser hesabê partiyeke din, yan hildana wêneyê vî serokî li dij wêneyê serokekî din.

Evan her çaran Êzîdî kirin komek wêran yan jî komke gel li ber virtoneya fermanê. Xirabî û wêraniya ku van di navbera çend salan de li Êzîdxanê yan jî „Vatîkana Kurdistanê“ sazkir, ancix di çend heyaman de ji nuh ve were avakirin.

Destpêka wêranê bi şêweyê xwe yê karesatane, di 14ê Sebata 2007an de destpêkir, di 22ê Nîsanê û 14ê Tebaxa heman salê û 3ê Tebaxa 2014an derbas bû, û hîn jî heta bi vê kêlîkê, ku „koça Êzîdiyan a tevayî“ di sînorê Tirkiye-Bulgaristanê re, diherike nependî û paşeroja nediyar, wek tarjedî li dar û berdewam e.



27.06.2015 18:09 | hola êzîda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» hoşeng broka

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî