1. Wexta zarok nû didanan derdixin jê re danokan çêdikin. Genim û nokan dikelînin hinek ava firingiyan û cehtirî jî tevlî dikin û mîna fasûlî çêdikin didin merî û cîranên xwe yê hatine danokên zarok. Îca berî xwarinê seramoniyek he ye. Çîtek davêjin ser serê zarok û hinek genim bi serî da dikin. Yekî didanxweşik genimê li ser serê zarok dimîne bi didanên xwe datîne û piştre vî genima di deziyek re dikin bi serê zarok ve girêdidin. Pênûs, meqes û şeh, tiştek zêrîn û elîfbayek datînin ber zarok; berê dade kîjanê li gorî wê pîşeyê wê diyar dikin. Heke dade pênûsê wê bibe xwendekar, dade meqes ya jî şeh wê bibe berber, dade zêr wê bibe zêrker û dade elîfbayê jî wê bibe mele. Danokan, ji ber ku dema zarok didanan derdixin didanên wa dêşin û dixurin, ji bo êş û xura didanên wa derbas bibe çêdikin. Gotina 'heke diya me zaniba didanên me çiqas dêşe wê darê dolaba xwe bida bin (agirê)danokan me' ji bo hal û ehwalê didanên zarokan nîşan bide tê bikaranîn. |
|
05.05.2015 20:13 ~20:35 |
şêxê bêserî
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |