1. (bnr: selîm temo)
Seherê gul reşandin ew diçûne mala rojê
Saqiyan min êşandin her birîn e kula dinê
Ah û zar im xefî me ji reqîban sergerdan im
Tîr li can dan armanca wan her ez im heya tu bê
Servînaz î xunçebaz î dîdara min her tu yî
Sotim wek kebab û Sîna ku heya dengê te nê
Serî poş im meyfiroş im ku qisûr karê min e
Du lû'lû ye li ser rû ye yek ku çak e yekî çê
Dilo rabe vê seherê rojê gulîstanê sot
Gul ku ax e şebçirax e herke Bê û herke Tê
Karê min e noba gulan dibînim alema din
Her çî saz e di golê de kî dibêje ew ê nê
Qedera min sotin e niyaza min her gotin e
Dilê min ax û gazin e çep û rast e yan du sê
Gulabdan e derdê gulê leylan e alema din
Servîbal e nûn û dal e ne mîn dîtî ne xelkê
Meyxane bû welat û uzletxane bûye warê min
Ax ji dest ax û zarê min gula gulîstanê bê
Pasbanê daxwaza dilan tu bibe nameya sor
Yarê paca xwe girtiye dibêjit bila gul bê
Kî ku gul e zar bilbil e alema xefî qabil
Erxewan e saxiya dil çûyîn e dermanê wê
Me gotî em sergerde ne hesreta gula zerî
Ne bi zarînê xapiya ne bi sotina gulê
Karê me her mey û iyş e saflet pişka me nîn e
Dilo rengê gulê bîne ne ku diçe ne ku tê
Temoya dil hilîne perda sosretê werîne
Zeriyan canê te sotin evîn e ku tu divê!
Selîm Temo
|