Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 25 peyam
mamikên kurdî

mamikên kurdî

2. kewek bû, kewê ribat

dengek bû, ji dûrva hat

wextê digot '' ez rebenim ''

hêsirê min hûr hûr dihat.

( denbêj şakiro )



baran barî li derva

tavê vekir ji berva

nîv xeleqe, heft renge

çi bedewe ji dûrva.

( keskesor )



sibê dirêj nîvro kine

pêpes dikim deng jê tune

wexta ku te pişta xwe day

winda dibe tu dibê tune.

( sî )



Çîyake, çîyakî tenêye

li ber behra wanêye

bo evîna sîyabend

xecê li ser danîye.

( sîpanê xelatê )



difirim nav ewrada

direvim nav baxçada

ne diwestim ne xwê didim

radizêm nava cîyada.

( xewn )



difire bask lê tune

digirî çav lê tune

direve li ber bayê

blinde ling lê tune.

( ewr )



( ji çend mamikên ku min wextekî nivîsîbûn )



05.11.2014 23:11 | xulam

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
abdullah kıran [1]
cehşê akademîk. Ji bo îbrahîm reîsî ku kujerê kurdan e û do ji...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku piştî mirina mahmûd teqle dabû piştî hasan kiliç mir yekcar...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku ji aliyê seydayê mele ehmedê bicibe we hatiye parçe...
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamikên botanê
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî