13. capsên ku êdî xwediyê malperekê ne; https://tirsik.net/caps
tirşikvanên me dikarin bi riya peyama taybet li ser tirşikê ji min endamiya tirşik capsê bixwazin. em ê ji kesên ku dixwazin re, endamiyê pêk bînin û şîfreya wan ji wan re bişînin.
tirşik caps sîstemek serbixwe ye. yanî ne pêvekek tirşikê ye. loma hûn nikarin bi navê xwe yê li tirşikê li wir têketinê bikin.
her tirşikvanê ku wê bibe endamê tirşik capsê, wê navê xwe yê tirşikvaniyê bi kar bîne.
derbarê tirşik capsê de hinek agahî û daxwazên me;
1- ji ber ku tirşik caps ji wêneyan pêk tê, heye ku pêşkêşkera(server) tirşikê hinekî biwestîne.
2- ji ber vê yekê pêwist e tirşikvan tiştên beredayî li tirşik capsê bar nekin. bi taybetî tiştên orjînal û tiştên ku em naxwazin li ser înternetê wenda bibin, werin barkirin baştir e. weke mînak capsên komîk, wêne û fotografên dîrokî û hwd.
3- divê wêneyên li vê sîstemê hatine barkirin, ji bo tirşikê an jî tirşik capsê be. yanî divê tirşikvan li vir wêne bar nekin û neçin li forumên bêeleqe parve nekin. helbet parvekirin ne qedexe ye lê divê tirşik caps weke servîsên din ên weke tinypic.com, imageshack.com fîlan neyê dîtin.
4- divê wêne an bêziman bin an jî bi kurdî bin.
tiştên ku niha tên bîra me ev in. li gorî nêrînên tirşikvanan, sîstem dikare were guhertin, pêşvebirin an jî rakirin.
|