Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 1 peyam
helbestên dost çiyayî

helbestên dost çiyayî

2. HEZAZ XALÎ / dost çiyayî



li wê çolê, li wê berpalê

ji zemanê sed û bîst û çar hezar

pêxemberan û bi vir de,

ji newala kesk û şîn a zarotiya min

heft çiya û heft geliyan bi wir de

bi bakur de

birîneke kûr, dûr û tarî

birîneke kevnar, sar û xalî

ji du devan dinale di zikê erdê de

li binê wê newalê...



çendî û çend dewran, bêsilav

çendî û çend tofan, bêkelam

bi bayê xezebê hatin û çûn

hovane, çavsor, bêfedî

li ser devê te keserên qelişî

û di çelqên te de tîbûna çiryayî

ku guhanên ewran diguvaşt

sibeheke payîz a por weşiyayî,



reş kirin û çûn

lê kesî nedî, kesî nedî

ziwahiya li ser zimanê te yê bejî

ku bi taya tenêtiyê dibirijî

ku bi taya tava tenêtiyê dipijiqî...



kesî nedî

bêhay û bêpay ji aşîtiyên gêrgêre

bi sedan kevokên bej, rengarî

sal duwanzde meh û roj bîst û çar carî

li hendesa te ya tije qul û kinas

dil diketin tenêtiya xwe ya tenha

û çarenûsa çaralî ya evînên berî

li çeperên hilferîna peran dineqişandin

ji bilî asêgehên xewle û tarî

wargeh hilnebijartin, hêlîn çênekirin

xwe ji awirên xure veşartin

û xwe nespartin bextê hezkirina destên kedî...



her kes reviya, qetiya her tişt

ji xwe û ji dahatûya xwe

gund û zozan vala bûn

ji sertara gir û kepezan, dorana çiyan

pêjna germahiya dengan qut bû

û çûn

lê ew li wir man

wekî rengekî biyan,

çiya hejiyan

newal qîriyan

dirinde terqiyan

lê ew ji cihê xwe qet neliviyan...



û îro xewna min

nahêle ku bitebite dilê min

lê çi bikim

qelaç bi kaş

zinar sar

kevir kerr

newal lal

û piyên min qels in,

gelo heye ku ez te bibînim

bi çavên zarokekî, careke din?..



Dost ÇIYAYÎ



25.03.2014 23:57 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ameno [2]


Rojekê ez bi şeveqê re rabûbûm. Min ji do ve...
qehwe û felsefe [1]
bernameyekê podkestê ye. li spotify (lînk: https://open.spotif...
almanî [1]
zimanê ko bi řamana min mirovên herî guncav ji bo hînbûna wî kurdên ko...
tirşik v3.0 [4]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
pere li erdê dîtin [2]
ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebi...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku tirşikvan niha godarî dikin
» dost çiyayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî