3. civîna ku wê ji civîna ewil ya li amedê xweştir û sûdewartir bibihure ye..
wek çêkerê civîna ewil wek pêşniyar dixwazim çend tiştan bêjim..
- tenê ne li ser tirşikê, li ser mecrayên din ên înteraktîv yên wekê twitter û facebook û ekşisözlükê jî divê behsa civînê bêye kirin û divê ne tenê nivîskarên tirşikê, kesên cewher û potansiyela nivîsandin û nivîskariyê li cem wan heyî jî ji civînê werin agahdarkirin..
- divê mijara civînê di tirşikê de heta roja civînê aktîv û aktûel be..
- divê naverok yanî bernameya civînê bête diyarkirin, b taybetî jî mijar Û meseleyên ku wê di civînê de werin behskirin..
- divê civÎn li ciheke xweş û aram û bêdeng were çêkirin û eger di civÎnê de derfeta xwarinxwarinê hebe civîn wê xweştir û sûdemendtir bibihure, ev stratejiya cemaeta fethullah gülen e, eger hûn dixwazin tiştekî empoze/enjekteyî yekî bikin divê hûn ewil zikê wî têr bikin, zengîn, feqîr ferq nake.. *
- ji bo balê bikişîne ser civînê ji derdora wêje û hunera Kurd mirov dikare yekî di nav ciwan û cêhilên kurd de biçekî popûler jî bixwaze civîne (xwestin li cizîrê diwateya vexwendinê de jî tê bikaranîn, û heta ji we tê nehêlin ew yek evê xalê bixwîne.. * )
- eger derfet hebe, îlan & dawetekî xweşik û estetÎk li ser kombersê amade bikin û ji prînterê derxînin û li derî û camekanên cih û saziyên kurdnişîn û kurdîaxêv ve bizeliqînin..
serkeftin heval.. *
|