Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 38 peyam
herman hesse

herman hesse

1. Nivîskar û helbestvanê elmane..

Di şevê de bîranîna hevalekî



Di vê sala bêqudoş de payîz zû hat;

Evara bi tenê li mêrga digerim,

Ba li şewqa min dide û guhdarîya dengê barane dikim.

Ka tu? Tu çi dike heval?



Belkî te di gelîkî tarî de kon vedaye, agir kiriye,

Û tu di ser çîya re li heyvê temaşe dike;

Li heyva kû ji dasê xwe vedikişêne kevane…

Belkî di nav firaza erdekî de te xwe direj kiriye, tu razaye

Û xwîsîye li anîya te û rextê te daye.



Kî dizane belkî îşev li enîya şer a herî dûr tu li hespekî siwarî,

Çeka te di destê te de ye, kenekî şîrîn li ser lêve te ye,

Û bi dizîka ve tu tiştna di guhe hespê xwe ye westayî de dibêje.

Belkî jî –xeyalkirina xwe di domenim- tu li qesreke xerîbe kû baxçe we heyî buye mevan,

Li ber şibake runiştîye, tilîya xwe li tûşe pîyanoye dixê kû dengekî hişyar bikê

Û li ber ronîya çiraye namekê dinivîse.



Û belkî ji xwe zûde tu bêdeng maye, tu hatîye kuştin

Û hew edî şewqa roje dide wa çaven te ye delal û cidî.

Deste te ye delal û çakar reng avetîye û bi te ve daleqiha ye, anîya te ya sipî qeliştîye.

Ax! xwezî careke dî, tene careke dî wê roja dawî min hezkirina xwe nîşa te dabane

Û çend tişt li ser gotibane,

Ew tişte kû yek xof dike bêje min gotibane.





Lê tu min nasdikê, tu zane… û, û tu îşev li ber derîye qesra tu lê mêvan sekinîye

Bi rûkenî tu serê xwe di hejêne,

Li çiyê tu serê xwe ji hespa xwe ya betaqat re di hejêne,

Te serê xwe danîye ser wî pûşe hişkê kû te ji xwe re xistî balgih îşev ,

Tû min têne ber çave xwe û bi min re dikenê



Û belkî jî rojekê tu de ji şer vegerê,

Evara dîsa tu de bi min re derkevê gerê,

Behsa Langwy, Luttîch, Dammerkîrch ji min re kê,

Tu de hedî hedî beşişê û careke dî her tişt we weke bere çêbe.

Kesek edî behsa xemgînî û dilşikestîyen xwe ye evîne, behsa şevên bêhizur ye kû di şer de bihurîn nake.

Tene bi henekke te xemgînî, şer, şeven bêhizur,

Biruska havîne ye kû li hevaltî û biratîya mirovatîye ketî tirsêne, wa dûr êxe kû êdî hew vegerin

Û tu de paşerojekê hînik ji wa çêke.



Ji îngîlîzî werger: Kadir B.



16.03.2014 21:32 | janbarblues

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
ne qenc e [1]
biwêjek e.. Dema yek kirina karekî ji yekî îstîrham bike wê demê ev go...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Navê malperê were guhertin....
zimanhilû [1]
biwêjek e bêtir ji bo kesên şelaf û melaq tê bikaranîn. hilû an hilûs ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hermann broch

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî