1. keça kurd a stranbêj a ji başurê kurdistanê.. cara pêşîn par bi beşdarbûna pêşbirka mûzîkê ya televizyona Pro 7ê ya bi navê The Voice Of Germany bi berfirehî hatibû nasîn û niha dîsa di formateke nû de li ser tv-ya Pro 7ê de tê dîtin..
metn û naveroka nûçeya derheqê vê xatûna çeleng û levhatî û dengxweş ya rojnameya rûdawê..
''Keça kurd Dîlan Xoşnaw bi straneke dûet ya bi ingilîzî û kurdî bala temaşevanên televizyona Pro 7 kişand ser xwe. Dîlana ku par bi beşdarbûna pêşbirka mûzîkê ya televizyona Pro 7 ya bi navê The Voice Of Germany bi berfirehî hatibû naskirin, niha dîsa di formateke nû de li ser Pro 7 de tê dîtin.
Dîlan vê carê jî bi serpereştiya mûzîkvanê li Almanyayê naskirî Xavier Naidoo tevlî projeya televizyonî ya bi navê Sing um dein Leben Ji bo jiyana xwe bistirîne dibe. Wê bi şêwaza xwe ya mûzîka hemdem û ya oryentalî bala guhdaran kişand ser xwe. Tişta ku herî zêde bal kişand, strandina straneke bi kurdî û ingilîzî bû. Xavier Naidoo bi balkişandina strana bi kurdî pêşwaziya strana Dîlanê di studyoyê de kir.
Piştî ku par bername "The Voice Of Germany" qediyabû, Xavier Naidoo komek mûzîkê ya bi navê Sing um dein Leben damezirandibû û hemû endamên komê ji pêşbirkvanên bernameya wî pêk dihatin. Di nava endamên komê de Dîlan Xoşnaw a 22 salî ya ji Başûrê Kurdistanê jî hebû. Herwiha Naidoo serpereştiya albûmeke mûzîkê jî ji komê re kiribû. Albûma bi heman navî jî di bazara mûzîkê de deng vedabû û gellekî hatibû firotin.
Dîlan herî dawî di albûma rapvan Alpa Gun de, bi strana Verbotene Liebe Evîna qedexe dûet pê re kiribû.''
|