8. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. |
|
13.02.2014 11:07 |
nazim tolhildan
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |