Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bahaîtî

bahaîtî

1. ola ku di sedsala 19. de derketiye û hema di her welatê de bawermendên wê heye. olekî xwediyê fikrê hemwelatiya dinyê ye û li gorî çend çavkaniyên ku li hev nakin, gelheyê bawermendên wê dora 2 mîlyon û 7 mîlyon dihesibîne/dide ber çavan. pêxemberê wan bahaullah e. çend pirtûkên wan a pîroz heNE. ê herî girîng pirtûka akdes e. ji bilî wê pirtûka îkan, el-beyan, peyvên veşartî(kelimatê meknûne), rîsaleya layê gur û hwd… ji bo bahaîtî tewrat, încîl, bhagavad gita û qur’an jî pîroz e, ji ber ku wan mîratên mirovahiyê ne.



bahaîtî ku ji misilmanî zêde bûye, li gorî dadgehên tirkiye, ne wekî ol e, ew terîqetekî misilmanî ye. li îranê qedexe ye. dema humeynî bû serokê îran, xwest ku ji bo belavkirina misilmanî, dibîstanekî di zimanê esperanto perwerde dide, veke. ev daxwaza xwe jî çêkir; qur’ana pîroz wergerand zimanê Esperanto. Lê dît ku vê ziman bala bahaiyan kişand û fêrbûna Esperanto di nav wan de belav dibe, Esperanto qedexe kir û ew dibîstana ku bi zimanê eperanto perwerdeyî ola misilmanî dike jî girt.



doktrîna vê ola, vana ne:

1. xwedê yeK e.

2. bingehên olan yek e.

3. gerdûna mirovahî yek e.

4. ol divê bi hiş û zanistî re tev bide.

5. divê bawerhişkiyên etnîkî, olî û nîjadî bê terikandin.

6. jiN û mêr wekhev in.

7. divê ji bo aştiyên gelemperî bê xebitîn.

8. perwerdeyî mecbûrî ye û divê perwerdeyên gerdûnî bê xwestin û çêkirin.

9. divê bi fikrên serbestî, heqîqet/ZAnyarî bê vekolandin.

10. divê dewlemendî û hejariyên zêde bê rakirin.



çend PIRSên min ji vê ola heye:



a. li gorî doktrîna we jin û mêr wekhev in; lê çima mafê HEVberdan(a zewacê) tenê ê zilam e? çend pirsên min ji vê doktrîna we derket:



b. çima jin, wekî endam nikarin têkeve beytu’l-‘adli ‘umumî? sedemên we yên hene, min îkna nekir.



c. her çiqas niha zilamên bahaî du jinik re nikarin bizewicin jî em zanin ku çend jinên bahaullah hebû. hun vê helwestê çawa şîrove dikin? (hek zilam kanibin du jinik re bizewicin û em bi doktrîna wekhevî tevbidin, jinik jî dikarin du zilam re bizewice, ne?!)



d. li gorî we, zewicîn hêla xwedê hatiye ferman kirin. hêla din hun dibêjin ne mecbûrî ye. nakokî di nav vê biryara de tuneye? ma ez nikarim bi ezebî jiyana xwe bidomînim?



e. li gorî bahaîtî, divê bahaîyan li gorî dewleta ku wan, li wira jiyana xwe didomînin, tevbidin. du pirsên min hene: 1. hek ew dewlet faşîst be, divê bahaîyan çi bikin? 2. li gorî vê rêzika we helwest û pirsekî din derdikeve. helwest: em divê ayeta 107. a di pirtûka akdesê çi fêm bikin? hevzayendî qedexe ye yan na? mefhûma hetîwbazî, hevzayendî jî werdigre nav xwe? pirs ev e: em zanîn ku bahaîyan piranî li kanada, amerîka, awistralya û li ewrupa belav bûne û li gorî vê dewletan, hevzayendan dikarin bizewicin. du bahaîyên hevzayend li gorî zagona vê dewleta dikarin bizewicin an na? hêla din ev pirs jî derdikeve holê hek zanyarî û hEQÎQET JI BO WE PIR GIRÎNG E, BIRYARÊN KOMELÊN TENDURUSTÎ/PSÎKOLOJÎ JI BO HEVZAYENDAN BALA WE DIKŞÎNE AN NA?



pirsên min pir bû lê nuha gişa nehat bîra min.



08.01.2014 15:39 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bahaîtî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî