30. aliyê nivîskariya wî hêjayî pesndayînê ye. ziman, teknîk û hunandina wî gelek serketî ye dikarim bibêjim di nava nivîskarên kurd de herî li pêş jan dost e. lê bi ya min ew jî ne di asta navnetewî de ye. min hemû romanên wî stendibû û 3 gav û 3darek, martinê bextewer min xwendine ji xeynî vê kela dimdimê jî min xwend gelek xweş bû gava ku kela dimdimê nivîsiye temenê wî 25 bûye. lê bes êdî bila di ser feysbûkê de dijmîn û nifiran nebarîne ji roja ku ketiye polîtikayê zimanê xwe hetikandiye mesele ketina wî ya siyasetê nîn e di ser feysbûkê de wek zarokên ku diçin liseyê trîban diavêje yanî eyn dilê mariv digere. bila rexne bike û hewce ye jî lê kurtnivîsên wek ên ergenûsan rexne nabe ew tiştêk din e bavê min.. nivîskarên tirk yên serketî ewqas rexneyên xweş dikin ku mariv heyran dibe meseleyeke bi dehan rûpelan rave dikin mariv diheyire pirr kûr nêzê rûdanan dibin mariv wek wan nefikire jî dîsa dikeve di bin bandora nivîsê.. di van demên dawiyê de di rudawê de dest bi qunciknivîsiyê kiriye ya rastî kêfa min hat bila bi nivîsên rêkûpêk rexneyê bike êdî em jî bikaribin bixwînin.. |
|
05.12.2013 22:43 |
ferhenga şikestî
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |