Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
otenazî

otenazî

7. Hema hema di her warî de nîqaş li ser otenaziyê dimeşin. Bijîşkî, hiqúq, felsefe, civaknasî, dîn....

Hiqûq: li ser wê mijarê biryareke ku li hemû dinyayê derbasdar be ttune ye. Mînak li holanda, belçîka, lûksembûrg, kanada û hin eyaletên dya'yê otenazî qanûnî ye. berevajî wan deveran li tirkiyê, piraniya ewrúpa û hin eyaletên dya'yê neqanûnî ye.

Ger li deverekê qanûnî be aktîf-pasîf kîjan qanûnî ye diguhere. Li holandayê bi temametî serbest e, li piraniya dya'yê tenê ya pasîf serbest e û ya aktîf qedexe ye.

Qanûnên ku otenaziyê qedexe dikin pişta xwe didin mafê jiyînê. Ew maf ne mafekî wisa ye ku mirov dest jê berde, biterikîne. Mirov bixwe jî wî mafê xwe nikare red bike û jê feraxat bike.


Dîn: dînên li asyayê li otenaziyê bi awayekî tund mêze nakin. Filehîtî red dike (herçend protestan qebûl bikin jî bi gelamperî red dike). Îslam jî mirina bihemdê xwe bi awayekî mîsoger red dike û dibêje ew kesên ku tiliya wan di otenaziyê de heye ê wêrin ceza kirin.


Bijîşkî: di wê mijarê de konsensûsa ango tifaqa bijîşkan tune ye. Ji ber vê yekê em dikarin li sazî û dezgehên bijîşkî binêrin. Li gorî yekîtiya bijîşkên cîhanê divê bijîşk di otenaziyê de cih negirin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê mafê mirinê bo nexweşên giran divê hebe.



Civaknasî û psîkolojî:
ew zanist wisa diyar dikin: Otenazî heya mirovan pê dixe ku xilasiyek heye. Ew dibe sedem ku mirov li hember nexweşiyan tênekoşin. Di otenaziyê de wexta ku nexweş biryara xwe da divê bîrbir, ji 18 salî mezintir (car caran dikare kêmtir be) ú ji aliyê psîkolojîk saxlem be. wexta nexweş wê biryarê da psîkoljiya ku têdeyî dikare bi demê re biguhere û ê roj were bo ku xwe nekuştiye kêfxweş bibe. Herwiha psîkolojiya kesekî nexweş dikare çiqas baş be? Jixwe nexweşî bixwe sedema xirab bûna psîkolojiya mirovî ye.



19 roj berê 14:47 ~14:54 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2]
Sala par em bi apê xwe re havînê çûn gund. Apê min ez hişyar kirim go...
kirdas [1]
Peyva ku kurdên zaza ji bo kurmancan bikar tînin. Yanî "weke kur...
biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene [1]
Bi min ji mînakên peyamê ewil de hinek çewt in. 1-“ Ji bo min ava ç...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1]
Navê malperê were guhertin....
gulên sala [2]
çîrokeke delal a mehmet dicleyî ye. (bnr: asûs) vebêjerê v...
belki ev jî bala te bikişînin
» otenazî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî