19. ceyrana qaçax û tiştên din yên qaçax an belaş zirarên gelek mezin û metirsîdar li ser kesayet û civaka kurdan çêdike. gelek caran karê ku mirov dike dibe parçeyek ji karakterê mirov. pêşiyê belkî ji neçarî diziyê dikî pişt re dema ew şertên te neçar dikin an bêgav dihêlin ji ser te rabin jî ew dizî, ew hesta bêyî ku karekî bikî tiştekî bi dest dixî bi te şirîn tê û tu naxwazî dest û dilê xwe jê bişû, ew tişt dibe parçeyek ji kesayeta te, ne tenê di ceyranê de di tiştên din de jî hewl didî diziyê bikÎ û li rêyên neqanûnî digerî, an destpêkê li hemberî dewletê vê yekê wek mafekî dibînî lê pişt re heman tiştî li hemberî kesên ji rêzê jî dikî, eger keysa te jê hat diziya wan jî dikî, di bazirganiyê de, di siyasetê de, di têkiliyên xwe yên bi mirovan re ev kesayeta te xwe dide der. û tu nikarê xwe jê xilas bikî, bi qewlê gotineka pêşiyan devê elimî viran qûna elimî tiran çênabe heta kurê kuran anku ev taybetî heta du nefşan wek dohnê teniyê wê bi te ve bimÎne. |
|
26.04.2022 14:21 |
endazer
|
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2] |
|
forseti [1] |
|
jan dost [1] |
|
stranên kurdî yên li ser heywanan [2] |
|
the cranberries [1] |