Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
ergatîvîte

ergatîvîte

21. di soraniyê de jî tiştekî nêzîkî vê heye. dema lêker gerguhêz be û dem dema borî be û di řisteyê de bireser hebe bireser qertafên kesane (-im, -it, -î, -man, -tan, -yan) digire û lêker bi řayeka xwe ya dema boriyê dimîne û qertaf nagire. bo nimûne:

pertûkim bînî (min pertûk dît)
pertûkit bînî (te pertûk dît)
pertûkî bînî (wî/wê pertûk dît)
pertûkman bînî (me pertûk dît)
pertûktan bînî (we pertûk dît)
pertûkyan bînî (wan pertûk dît)

eger di řisteyê de bireser tune be û lêker xwerû yan dařiştî be wê demê lêker qertafên kesane digire. bo nimûne:

witim (min got)
witit (te got)
witî (wî/wê got)
witman (me got)
wittan (we got)
wityan (wan got)

lê eger lêker hevedûdanî be hingê peyva yekem qertafan digire. bo nimûne:

bêzarim kird (min bêzar kir)
bêzarit kird (te bêzar kir)
bêzarî kird (wî/wê bêzar kir)
bêzarman kird (me bêzar kir)
bêzartan kird (we bêzar kir)
bêzaryan kird (wan bêzar kir)

ku lêker hevedûdanî be û di řisteyê de bireser jî hebe hingê bireser qertafan digire. bo nimûne:

nîştimanim azad kird (min nîştiman azad kir)
nîştimanit azad kird (te nîştiman azad kir)
nîştimanî azad kird (wî/wê nîştiman azad kir)
nîştimanman azad kird (me nîştiman azad kir)
nîştimantan azad kird (we nîştiman azad kir)
nîştimanyan azad kird (wan nîştiman azad kir)



28.10.2021 22:56 ~2021.10.29 16:11 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
zimanhilû [1]
biwêjek e bêtir ji bo kesên şelaf û melaq tê bikaranîn. hilû an hilûs ...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2]
Sala par em bi apê xwe re havînê çûn gund. Apê min ez hişyar kirim go...
kirdas [1]
Peyva ku kurdên zaza ji bo kurmancan bikar tînin. Yanî "weke kur...
biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene [1]
Bi min ji mînakên peyamê ewil de hinek çewt in. 1-“ Ji bo min ava ç...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1]
Navê malperê were guhertin....
belki ev jî bala te bikişînin
» ergatîvîte

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî