6. Ev mehek berê bi qasê heft rojan me serpêhatiyek weha derbas kir. Ji wêranşara xopan derketin ez û hevala xwe li dêrsim, erzîngan û erziromê têra xwe geriyan. Çadira me li pişta me bû cihê ku kêfa me dihat me lê vedigirt û bi otostopê bêpere digeriyan. Bi rastî merivên xweş û derfetên bêhempa rastî me hat. Em herdû jî karmend bû lê ji bo bila ajovan henekê xwe bi me nekin me digot em xwendekar in* lê ne derew bû jî. Di vê demsalê de tûrîst û gerok gelek in em qet li erdê neman. Bûyerek xerab jî nehat serê me. Perê me jî gelek kêm çû. Heta bi ser de me nanê bê xwê dixwar û tirê şor dikir û li cihên buha xwarin dixwar ** me cil û bergên rengo rengo li xwe kiribû û por û gijikê xwe gulî kiribû yên me didîtin digotin qey biyaniye. Lê me digot em ji amedê ne şaş û metel diman. Ez hema hemû xwendekar û xortên nûciwan re gera bi otostopê pêşniyar dikim. Welehî xwe ji vê kiryara belaş û bêhempa nehêlin xwe li rêyên dûr û bi rojan dibore bixin bê ka çiqas bi coş e* |
|
15.08.2021 21:16 ~21:18 |
rizgarm
|
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [1] |
|
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî [1] |
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |