3. Koma ku endamên wî gelek cara guherî ye. Tenê Tony iommi ji cihê xwe nelebitiye. Solîstê wan ozzy osbourne gotiye ez ê solo albûm filan çêkim derketye. Ji dêlva wî solîstê rainbow ê ronnie james dio tê. Dengê wî jî ezamet e. Û sembola metalê jî (tiliyê xwe wek qiloçên şeytan çêdikin ya ha ew) ev camêr dîtiye. Nêse pişt re ew jî şer dike û ji komê derdikeve. Solîstê deep purple ê Ian Gillan tê albûmek çêdike filan. Albûma born again... Û bateristê wan jî çûye hatiye filan û bêvan.. Dengê gîtara tony iommi cuda ye. Çima? Ji ber ku li destê rastê du tiliyên tony ji serî ve tune ne. Wextê ku ciwan bû di fabriqeyeki de dixebitî. Li wir tiliyên wî qut bûne. Lê camêr dîsa jî dev ji gîtara xwe bernedaye. Têlên gitarê hişk û qalind in nikarîye lêxe. Çûye têlên banjo lê daye û wilo Lê dixe. Pîştî ku navdar bûn filan gibson jê re têlên zirav û tenik çêkirine. Dengê gîtara black sabbath a taybet jî wilo derketiye holê. Û ev bûye modelek di nav gîtara de. |
|
12.08.2021 21:07 ~21:09 |
xwelî li ser
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |