22. Di tirşikê de eger li gorî Formatê nîqaş û gengeşî hebîn pirr baş e. Ez ti car ji nîqaş û gengeşî û rexneyan narevim û ti car jî ez xwe ji nîqaş û rexneyan eciz nakim.
Ger hûn mijara navê min vekin û bixwînin hûn ê bibînin gelek rexne hene. Yanî mafê min nîn e ez bêjim hûn giş rabin û rûnin pesnê min bidin. Helbet ger kêmasî û qisûreke min hebe dê kesinan rabin bêjin. Çimkî li vir di heman demê platformek e jî û ez ne şaş bim mezintir û temendirêjtir platforma li ser internetê ya bi kurdî ye.
Ji bo tirşikê em karin bêjin baş xirab malpereke serkeftî ye. Li gorî potansîyela heyî ya kurdî bi ber ketiye, berkeftî ye. Sedemek jê bêguman Format e lê ji Formatê girîngtir jî hemî nivîskarên tirşikê bi demê re, hêdî hêdî xwe bi pêş xistine û ferhengê bi qasî zanîn û hewldana xwe dewlemendtir kirine. Sebr, tolerans û xweragirî ya li ber fikr û ramanên dijber, şifreya zêrîn ya serkeftinê ye.
Ez bawer im ti heqeret û piçûkdîtin tune ye di peyama min de. Ger hûn bi çavekî zelal û nêrîneke bêalî bixwînin hûn ê têbigihîjin.
Axirîn min zêde dirêj kir. Dişêm bêjim min dil heye bi hezeran nivîskarên tirşikê hebîn û her yek ji wan bi reng û dengê xwe tirşikê bixemilînin, heta ji wan tê hemî agahî û zanînan li vir Tomar bikin û bi felsefe, helwest û nêrînên xwe asoya me firehtir bikin û deriyên nû li ber me vekin. Bi nêzîktêdayîyên xwe bi kûrbûna xwe ya 'resen', nû û hûrgiliyan perspektîfek li heqîba me zêde bikin.
Ew bi xeyd û nazdariyê nabe, bi xweragirî û sebrê dibe.
|