Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 23 peyam
bird box

bird box

2. berhema netflixê ku gelek tiştan tîne bîra mirov. ez ê li jêr behsa wan bikim. lê bi kurtî dikarim bêjim ku fîlmek li ser wesatê re ye. ku mirov hêvîyên mezin jê neke, dikare jê hez bike. lê eger mirov tenê bikeve li dû mantiqê û valahîyên senaryoyê, dikare tê de bêmantiqî û beredayîtîyan bibîne.

------ji vir pê ve spoiler dihewîne.------
serê ewil, jixwe dema mijar korbûn û korbûnek civakî be, demildest berhema korbûnê ya josé saramago tê bîra mirov. weke din fîlm ji hinek alîyan ve dişibe fîlma don't breathe ku ew jî dîsa fîlmek ya netflixê ye. di wê fîlmê de jî dîsa ji ber hêzek nepenî, divê mirov vê carê bêdeng bin. û li wir jî jina serleheng dîsa ducanî ye û hewl dide zarokên xwe ji bobelatê xelas bike.

fîlm her wiha gelek dişibe fîlma annihilation jî ku ew jî fîlma netflixê ye. di wê fîlmê de jî hêzek nepenî heye û ew hêz jî dihêle ku mirov "bi awayekî" xwe tune bikin. çi bi erênî, çi bo neyînî. heta di wir de jî, di sahneyekê de ew hêz teqlîda dengan dike û mirovan wisa dixapîne. di vê fîlmê de jî sahneyek wisa heye. mijara "tunekirina xwe" babetek bingehîn e, di her du fîlman de jî.
tabî dema dûmanek reş hebe û behsa lostê neyê kirin, nabe.

di fîlmê de mirov dikare di gelek tiştan de sembolîzmê derxe. çemê ku wek jîyanê dirêj û zehmet e lê belê dawîya wê cihekî wek bihûştê ye. ji bo gihiştina wê bihûştê, pêwistîya girtina çavên xwe û tenê bawerî pê anîn û hwd.

ji aliyekî ve jî mirov dikare vê hêza veşarî ya xêrnexwaz, wek înternet/medyaya sosyal jî bnirxîne. jixwe di sahneyekî d spîker gel hişyar dike û ku ji medyaya sosyal dûr bikevin. di vê serdemê de kesên ku zêde bala xwe didin medyaya sosyal, ji bextewarîyê dûr dikevin û jîyana xwe li dû xeyalan wenda dikin û hwd. ev hêz jî wek înternetê bi taybetî dixwaze xwe bigihîne zarokan.

meseleya dînan, ne dîyar e. wan çima bandorê jê nedidît, nizanim lê sahneya nîşandana tabelaya komeleya astengdarên dîtinê, xweş bû. dikir birûskek vede di mejîyê mirov de: belê bo koran, dinya jixwe tim wisa ye.

di vê navberê de wergera kurdî ya azadixwaz têra xwe baş bû. spas dikim.



26.01.2021 21:58 ~21:59 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» birdî
» boxçika xwe ya hêja li ber kesekî/ê vekirin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî