Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 36 peyam
bêlimte

bêlimte

1. yanî daweta feqiyan.

çend navên bêlimteyê yên cuda jî hene ku têne gotin, weke balûte, beylûte, bêlîte û bêrîte…

ev texlît daweta feqiyan, herwekî daweta normal ya gundiyan tê kirin; feqî dikevin milên hevûdu û bi aliyê rastê ve diçe. bi piranî mîrê feqiyan dikeve sergovendê û stran dibêje, yek an du kes lê vedigerînin.

dema feqî govenda bêlimteyê digirin, ji gundiyan an xelkê taxê kesek dî naçe nava wê govendê. lê hin caran dersdarê wan, yan eger hebe axayê gund, hin caran jî sofiyên ku peyrewên tesewufê ne, diçin guhdarî li wan dikin.

dema feqî dikevin bêlimteyê, gundî wisa bawer dikin ku ew govenda wan jî xêr û bereket e. heta hin caran hatiye gotin ku dema govenda bêlimteyê çêbûye, rohniyeke pirreng ji asîman xwe bera ser banê medreseyê daye.

çend çûreyên cuda li gor stranên bêlimteyê ku têne gotin hene. kijan stran tê de bête gotin, bêlimtegêrî jî xwe li wê gorê dirihilînin û direqisin.

di stranên govenda bêlimteyê de gelek peyvên argo û erotîk jî hene ku têne gotin. lê belê ew, bi peyvên wisa sergirtî têne gotin ku zêde kes fêm nake. hinek jî ji wan peyvan, bi zimanê erebî têne gotin. wek nimûne: ji bo organa nêr a cinsî dibêjin diranê fîl, yan minara mizgeftê. ji bo ya mê, dibêjin bîra kûr yan jî navê wan organan bi erebî têne gotin.

ji govenda bêlimteyê zêdetir, gelek meselok û leqemokên pirtexlît jî hene ku ji aliyê feqiyan ve têne gotin.

ev govenda bêlimteyê, meselok û leqemokên erotîk, zêde li medreseyên şêxên nexşebendiyan nayên gotin.



25.08.2020 21:39 ~21:41 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [3]
di psîkolojiya pozbilindiyê de ne. kêngî ku ji vana kirine tiştekî, de...
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
Ne li vir in, li gor hindek gotegotan li keleha alamûdê bi egzistansiy...
biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene [2]
gelek in. çend nimûne di romana şampazê de. ji bo min ava ç...
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1]
(bnr: diego rossi marachlian), malbavana dayîka wî ji ermeniyên maraşê...
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêlimte

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî