7. Dawetên ku nêzî 10-11sale li nava kurda berbelav bûye û ketiye şûna dawetên li kuça dihate kirin. Min bi xwe nediye lê dêbavê me dibêjin berê dema hêj gel li gunda bûn, hoparlor, saz, baterî filan tune bû. Def û zirne hebû. Kesên dawetvanî zanibûn kilaman bibêjin, di govend û dîlanan de bêyî mîkrofona distiriyan. Lê bi qasî ku em gihaştinê dawet li kuçe an qadên fire de bi def, zirne, saz û bateriyê 3 roj û 3 şeva dihat lêxistin. Nîvro û êvarî goşt, birinc û tirşik dihate dayîn. Heya 15 cûre govend û dîlan dihat gerandin. delîlo, şêrizdîn, şemamê, bablekanê, milanî, cîda, giranî hwd. Stranên kevn û yê pkk tevde dihate gotin. Jin cilên kesk û sor û zer li xwe dikirin, mêra jî şal û şepik. Stranên tirkî nedihat lêxistin. |
|
14.08.2020 16:48 |
tîrêj zana 21
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |