1. Stranbêjekî ji binxetê, ji Qamişlo ye. Xwediyê albûmeke bi navê "şop û evîn"e. Di kanaleke kurdî ya li ser youtubê weşanê dike de çend qeydên wî yên zindî hene. Di wan yekî de xwe li strana "ez Xelefim"ê ceribandiye û pir xweş straye. wî û sazbendên li dora wî xemleke cudatir li stranê kirine. Piştî guhdarîna wê bi meraq û Kelecanî min guhê da albûma wî û çend stranên din ên gotî lê mixabin kêfa min ne ji albûmê ne ji stranên din re hat. Terz û maqameke erebesk di mûzîka wî de serdest e. Xwezî ne wisa bûya. |
|
12.07.2020 13:58 |
xeyda
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
kirdas [1] |
|
biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1] |
|
gulên sala [2] |