Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 5 peyam
ezîze gerdenzerî

ezîze gerdenzerî

1. ezîzê îsko gerdenzerî; nivîskar û helbestvanê kurdê ermenîstanê ye.
di sala 1945 an de tbîlîs a gûrcîstan ê ji dayik bûye.
ezîzê gerdenzerî, di sala 1970’î de, zankoya bijîjkîyê a yêrêvanê, xelas dike.
sala 1978’an, ew ji hêla bijîjkîyê de, dibe doxtorê zanyarîyê.
di salên 1970-81’ê de, li nexweşxaneya qezayî a çîmkentê (komara qazaxistanê), wekî xîrûrg, doktorê nojdarîyê, kar dike.
di salên 1981-2002’yan de di înstîtûta proktologî a yêrêvanê de dixebite.
salên 2004-2007’an di nexweşxaneya herêmî a hillerødê (keyserîya danîmark) de kar dike.
ezîzê îsko gerdenzerî di çardeh panzdeh salîya xwe de dest bi nivîskarîyê dike.
ji sala 1959-1960’î û bi vir de, bi navê ezîzê îsko, ezîzê emirî, ezîzê nemir, şalîko amîryan gelek helbestên wî di rojnamayên “rîya teze”, “apaga bijîjk”, “avangard”ê de hatine weşandin û di radyoya kurdî a yêrêvanê de hatine xwendin.
Sala 1968’an bûye endamê yekîtîya nivîskarên kurd li ermenîstanê.
berhemên nivîskar bi zimanê ermenî, rûsî, damîmarkî, elmanî, hatine wergerandin û weşandin.
a niha nivîskar li danîmarkê dijî û karê xwe ê nivîskarîyê berdewam dike.
berhemên wî ev in:
kilîta dil
daweta bêdef
serenada evînîyê
bahara teze
zarîna çîyê
fîncana ferfûrî
gelawêj
bingeh
hezkirina qedexe
xanê çengzêrîn
xem û xeyalên çîyayê şingalê
xirûrg
xalitê neçirvan
çil heyran
şêrê şikeftan
teyrê sîmir
solên zêrîn
ap û birazî
zimanê çîyê



21.06.2020 00:08 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ameno [1]


Rojekê ez bi şeveqê re rabûbûm. Min ji do ve...
qehwe û felsefe [1]
bernameyekê podkestê ye. li spotify (lînk: https://open.spotif...
almanî [1]
zimanê ko bi řamana min mirovên herî guncav ji bo hînbûna wî kurdên ko...
tirşik v3.0 [4]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
pere li erdê dîtin [2]
ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebi...
belki ev jî bala te bikişînin
» ezîze gerdenzerî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî