2. straneke albûma ji xoresanê heta çorimê naweyên kurdên elewî a ji aliyê kom müzikê va derketiye ye. û gotinên stranê: Jûr da hatî dînik dînik Îşlîk sûrik yaxa çînik Destê xwe bide destê min da Em herina şûna dûrik Lo wer meke, lo wer meke Çavê reş min gewr meke Ez ji dil da yaralî me Min Ra Derdan peyda meke Paş mala we da Çiyayê Yilan e Bejna tenik tay şîlan e Çend sal e pey te digerim Tu bûy gawir ney îman e Lo wer meke, lo wer meke Çavê reş min gewr meke Ez ji dil da yaralî me Min ra derdan peyda meke Mala yarê li tay hember e Rojî avêt sî li ser e gotîn yare te nexweş e Ez doxtor bûm herim ser e Lo wer meke, lo wer meke Çavê reş min gewr meke Ez ji dil da yaralî me Min ra derdan peyda meke Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkar : Ayfer Düzdaş Herêm : Qoçgirî |
|
14.05.2019 18:55 ~19:02 |
bûtîmar
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |