Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
nifir û dua

nifir û dua

4. pirtûkeke xweş û cûda ye. tê de gelek nifir hene. ya ecêb ew e ku nifir hatine kategorîzekirin jî;

- nifirên li ser qeza, bela û nexweşiyê
mînak: birûska meha gulanê li te keve, ziman di devê te de biwerime

- nifirên li ser miraz û bextî
mînak: hine li kefa destê ne nekeve, xwedê te ji bavê te re neke zilam

- nifirên li ser risq û nisîbî
mînak: çavê te tim li derîya be, nanê te li ser pişta kîvroşkê be

- nifirên li ser mal û malbat û zurîyetê
mînak: koka te bibe koka gulika biharê, malik mîrat bûyo û mîratxur nemayo.

- nifirên li ser êş û azar û şîn û mirinê
mînak: goştê te bihele tu bibî komek hestî, weyla kezeva te li dar û devîya bigere

- nifirên li ser kêmxistin û bêrûmetkirinê
mînak: bi kuştinek bêşûştin herî, tu qurbana heft kera bî

lê ev kategorîzayon sedî sed ne rast e. jixwe ne pêkan e mirov hemû nifiran bikare têxe yek ji van kategorîyan lê belê ez dibêm hinek jê hene ku mirov dikariya şûna yek ji van kategorîyanî têxe yekî din.
neyse, berhevkarîyek baş e. min hê beşa duayan nexwendiye.



11.11.2018 21:50 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ibrahim halil baran [1]
Derbarê meseleya sirri sureyya onder rast e. Dibêjin ku de...
ibrahim halil baran [3]
Ji xeynî axiftina Tirkî îdeol e, zilam e zilam. Hizrên wî para gelek(%...
ibrahim halil baran [2]
li twitterê bênamûsî dike. (lînk: https://twitter.com/ixbaran/status/1...
python [2]
Python, di navbera zimanan de, wekî zimanekî programmingê, ji bo avaki...
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifirên dayikan
» duayên kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî