Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
skam

skam

1. rêzefîmekî li ser ceheltiyê/nû-gihaştiyê ye. beşên wê li gorî yên tirkiyê û dya-yê gelek kin in, lê car din jî hin caran yên 40 deqe-girtî jî tê dîtîn. bi mijarê ve, tiştên ecêb/pirsgirêkeke awarte nake kul û derdê xwe: di norwêcê de keç û lawikên 16-17 salî çawa dijîn, bi riyekî sade tomar dike. lê ji ber teknîka xwe di dinyayê de navdar bûye. ev teknîkê ecêb ev e: ji ber ku wan xwestiye senaryoyê nêzî rastiyê bikin, hemû lehengên rêzefîlmê, mîna kesên rastî ne, xwediyê hisabên medyaya civakî kirine, mîna facebook û instagram û spotify wekî mînak di youtubê de vîdyoyan diweşînin. û ev tişt hemû sezonê dewam kirine ku pir tiştên ji van hisaban hatiye weşandin, di rêzefîlmê de nehat rêdan lê ev tiştan(wêne, şîroveyên li bin wan an jî vîdyo hwd) mijara senaryoyê temam kiriye wekî puzzle. her wiha derhêner û senarîstên vê rêzefîlmê metodeke nû ya em dikarin bibêjin înteraktîf ceribandine û ev jî yekemîn rêzefîlma norwêcê derxistiye holê ku li dinyayê navdar bûye.

yek ji taybetiya wê ya teknîkê ev e ku hilbijartina stranan e. ev jî perçeya rastiyê ye ku di wê salê de kîjan stran li norwêcê di nav xortan de pir hatiye ecibandin û hezkirin ew di beşên xwe de bikaranîne. lê vê tişt astengiyeke derxistiye hortê. skam ji aliyê kanala dewletê ve hatiye çêkirin ku rêklaman rênade, ji ber ku pere qezenç nake, ji aliyê telîfê ve azad dibe û tu pere nade xwediyên stranan lê dema ku rêzefîlm navdar bû mesela firotina rêzefîlmê derketiye hortê ku heke bifiroşin divê telîfê bidin lê ji xwe heke pere bidin, tu pere li cem wan namîne. hisab li cem we ku bifikirin çiqas stranên navdar bikaranîne. her wiha ji ber ku têneketine topa telîfê, binnivîsên ingilîzî jî amade nekirine û astengî jî derxistine ji yên ku binnivîsan belaw kirine û henek, be jî gotine bira norwêcî bielimin. niha di înternetê de binnivîsa ingilîzî ya baş wergerandî nayê dîtin. ya tirkî jî nîvco, kêm bû.

di 4 sezona wê de, 4 leheng têxistine navenda rêzefîlmê ku di heman koma hevaliyê de ne:
1. eva, 2. noora, 3. isak, 4. sana.

lê bi ya min divê vilde jî kiribana sezonekî ku lehengekî girîng bû di nav koma xwe de. heyfa wê ye.
sezona favorî ya min a 3. e, serpêhatiya isak û even vegotibûn ku rêzefîlm bi vê lehengên xwe yên hevzayendî yên vê sezonê navdar bû fanclubên van lehangan hene bi navê evak. her çiqas favoriya min sezona 3. be jî lehengên min ên favorî him evak in û him jî sana ye. ji ber ku serpêhatiya sana bi serê xwe gelek xweş û balkêş e. çîroka noora ne balkêş be jî ----heta piranî* ji rêzê be jî--- wekî karakter û lîstikvana karekterê ve bala temaşevanan dikşîne, bi ew xweşikahiya xwe ya milyaketî/xwedanî û ew peyvîna wê ya norwêcî ya ecêb ku di sezona wê de min xwest norwêcî bielimim lê çavê duolingo û memrise kwîr be. *

belkî rojekî, qala evak û sana û yên din jî bikim.

va ji we re, 4 trailer-ên 4 sezona skam-ê:




edît: ji bo xwesteka rastiyê, berî kişandina rêzefîlmê, derhêner û senarîstên skam, vekolîn û anketan li nav xortan çêkiriye.

min agahiya herî girîng nedaye:
nû-gihaştî û seks seks seks seks seks seks seks seks seks seks.

belê min vbnr-a seks nedaye. her wiha. *



03.02.2018 22:28 ~2018.02.04 23:01 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» skam

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî