3. Mixabin di vî çendî de welatparezî di devê mirovan de bûye benîşt.
Mirov naxwazin pêlek zehmetî bikişînin. Bi kurda re nazewicin, bi kurdî xeber nadin, bi kurdî nanivîsin, li bajarê kurda naxebitin, piştî ku aboriya wan baş dibe di navbera xwe û malbata xwe de mesafe dideynin, eşq, fitbol, înternet, îş, pere, xanî, mal û milk, zengînî, erebe, digel bêzehmetiyê jiyanek luks û biîsraf... û tenê tiştên dinyewî. Jê bipirsî ji wî bêhtir welatparêz nîn e. Çi heyf e ku nizanin ne welatê elmanî hetanî biçin marsê jî ewana nikarin bi dest bixin. Bê zehmetkişandin di dinyayê de keseke xwedî armanc negihiştiye armancê. Her kî be bila bibe mînakek nîn e. Ji ber vê ez dikarim bêjim nezanetî bi dibistanvaniyê re têkildar nîn e. Nezanetî bijartineke. Mirovên qels ji ber ku xwe tengezar kirine êdî nikarin bi zehmetiyê re rûbarî hev bikevin û nezanetiyê hilbijêrin. Tenê şikayet dikin. Ezê çim. Jiyan nexweş e. Çi ji min dixwazin. Bes e dev jê biqerim. Ji min ev qas. Çima her car tê serê min. Û wekî wana hevokên bêwate û beredayî.
Mirovên baş ne wilo ne. Şert û merc her çawa be hewl didin ku iro ji doh bi pêş de herin. Gava tenê dinyewî jî dixebitin qezenc dikin û şad dibin. Gava ji bo axiretê jî dixebitin serkeftinek mezin hildigirin û jixwe her şad in. Divê mirov baş dikirê baş bipîvê mirin gelek bêzeman tê.
|