14. Hesenê Metê di berhemên xwe de, bi awayeke neyekser û carinan biyekser beşek ji kesayetî û jiyana xwe di hûrgiliyên jiyana lehengên xwe de şêwe dike. Di romana “Li dêrê” de lehengê wî nivîskarekî kurd e, li Swêdê, li welatê dûr û sar dijî, rojekê diçe dêra Santa Ragnhildê ko dikeve başûrê Stockholmê, bi hêviya ko îlhamekê ji bo romana xwe ya nû wergire. Nivîskar ango lehengê Hesenê Metê ji bakurê Kurdistanê û dergevanê dêrê ji başûrê Kurdistanê, kurdekî zaxoyî ye. Bilindê Zaxoyî dibe evîndarê dotmama xwe, ji ber êşa evîneke têkçûyî direve û li xerîbiyê rûbirûyî êşa penaberî û tenêtiyê dibe. Hesenê Metê li dêrê pirsên metafîzîkî ko mirov carinan bêdeng ji xwe dipirse bêyî ko biwêre bi gotinan rave bike, pirsên hebûn û nebûnê bi rêya diyaloga di navbera Bilind û nivskarî de, bi zimanekî felsefî ya balkêş hişyar dike. |
|
28.06.2017 15:50 |
tizbîkêş
![]() |
![]() |
bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [8] |
![]() |
kim kardashian [3] |
![]() |
paşnavên komîk ên tirkî [2] |
![]() |
nuhev.com [1] |
![]() |
îngilîzî [1] |